Vîrûsa Korona li Îranê belav dibe: 77 kes mirin

Li Îranê ji ber vîrûsa Korona herî kêm 77 kes mirin. Nêzî 2500 kes jî bi vîrûsê ketine. Wezîrek jî bi vîrûsê ket.

Vîrûsa Korona ku li Çînê der bû û li gelek welatan belav bû, bandoreke giran li Îranê dike.

Li Îranê di nava du hefteyan de 77 kes ji ber vîrûsa Korona jiyana xwe ji dest dan. Hejmara kesên bi vîrûsê ketine 2 hezar kes derbas kir.

'77 KES MIRIN, 2336 KES PÊ KETIN'

Wezareta Tenduristiyê ya Îranê têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand û diyar kir, ji ber vîrûsê li welêt 77 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Alîkarê Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê Alîriza Reîsî doh diyar kir ku hejmara giştî ya mirovên bi vîrûsê ketine 2336 kes in.

Reîsî her wiha ragihand ku hejmara kesên bi vîrûsê ketin û tenduristiya wan baş bû 435 kes in.

WEZÎR BI VÎRÛSÊ KET

Hate ragihandin ku Wezîrê Bazirganî, Maden û Pîşesaziyê yê Îranê Riza Rahmanî bi vîrûsa Korona ketine. Beriya niha hatibû ragihandin ku gelek parlamenter û wezîfedar bi vîrûsê ketine.

Di nava kesên ji ber vîrûsê li Îranê jiyana xwe ji dest dan du wezîfedarên payebilind jî hebûn. Yek ji wan yek ji oldarên sereke yên Îranê, Sefîrê Bilind ê berê yê li Vatîtanê Huccetulîslam Hadî Husrevşahî û Endamê Konseya Teşhîsê ya Maslahata Pergalê Mûhammed Mîrmûhammedî bûn.