Venezûelayê ji Kolombiyayê re got: Sînor nehatiye binpêkirin

Aloziya navbera Kolombiya û Venezûelayê, ku ji ber îdîayên 'sînor hatiye binpêkirin' dest pê kir, dewam dike. Hikumeta Venezûelayê ragihand, îdîayên tên kirin derew in.

Serokdewletê Kolombiyayê Jûan Manûel Santos çend roj berê îdîa kiribû, ku mufrezeyek artêşa Venezûelayê ketiye nava axa wan. Santos dabû xuyakirin, ku van leşkeran duh herêm terikandine.

Lê belê hikumeta Venezûelayê da xuyakirin, ku ev îdîaya Kolombiyayê derew e. Wezîrê Parastinê Vladîmîr Padrîno Lopez diyar kir, îdîayên ku dibêjjin 'yekîneyên leşkerî ketine nava axa Kolombiyayê' ne erast e.

Wezîr îdîa kir, ku leşkerên wan ti carî welat neterikandine.

Sînorê bejahî yê navbera van her du welatan bi qasî 2 hezar 200 kîlometre ye. Çend sal beriya niha Venezûelayê sînorê xwe girtibû û vê yekê rê li ber krîzê vekiribû. Serokdewletê Venezûelayê Nîcolas Madûro dabû xuyakirin, ku ji bo têkoşîna li dijî qaçaxçitî û narkotîkê sînor hatiye girtin.