Urdun: Heke tevîxwe bikin, têkilî ji nû ve wê werin nirxandin

Urdunê diyar kir, heke dagirkirina li Şerîa ya Rojava veguhere ser tevîxwekirinê wê têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re ji nû ve binirxînin.

Serokwezîrê Urdunê Omar Razzaz derbarê planên tevîxwekirinê ya Îsraîlê ya jîgehên li Şerîayê ya  Rojava axivî û got, ew ê vê planê qebûl nekin.

Razzaz ji ajansa nûçeyan a Petrayê re axivî û got, "Em tevdîrên Îsraîlê ku bi yek alî, xaka Filîstînê tevîxwe bike qebûl nakin û em ê mecbûr bimînin ku têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re ji nû ve binirxînin."

Razzaz got, têkiliyên bi Îsraîlê re bi carekê re wê xira nebin û got, ew hêvî dike li dijî planên Îsraîlê welatên Ereb bibin xwedî pozisyoneke hevpar û civaka navneteweyî li dijî tevîxwekirinê raweste.

Razzaz got, ev ne tenê ji bo herêmê, ji bo parastina aştiya hemû cîhanê girîng e.