Trûmp xwe ji bo hilbijartinên sala 2020'an amade dike

Serokê DYA Trûmp ku ji destpêka sala 2017'an dema hate ser desthilatdariyê û vir ve bi kiryarên xwe timî kete rojevê, eşkere bû ku ji bo kampanya 2020'an bi dest bi komkirina alîkariyê kiriye.

Rojnameya New York Times (NYT) ku bi mûxalefeta xwe ya tund a li hemberî Serokê DYA Donald Trûmp tê naskirin, eşkere kir ku Trûmp ji bo hilbijartinên serokatiyê yên sala 2020'î destpêka vê salê dest bi komkirina alîkariyê kiriye.

Li gorî nûçeya rojnameyê, Trûmp ji niha ve 88 milyon dolar alîkarî daye hev û alîkarî ji bo du kampanyayên cuda yên hilbijartinê ji aliyê Trûmp û Partiya Komargeran ve hatiye komkirin.

Di nûçeya NYT de hate ragihandin ku Trûmp li hemberî hevrika/ê xwe yê gengaz ê ji Partiya Demokrat, bi vî rengî derketiye pêş. Hîllary Clînton di hilbijartinên 2016'an de tevî ku bi 2 milyonan zêdetir deng ji Trûmp stend, ji ber cudahiya dengan a li hin eyaletan winda kiribû.

Clînton di hilbijartinên 2016'an de 500 milyon dolar alîkarî kom kiribû. Trûmp jî 200 milyon dolar alîkarî kom kiribû.