Trûmp vê carê mafê zarokên li DYA'yê ji dayik dibin da ber xwe

Zarokên ku li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji dayik dibin, yekser dibin welatiyên Amerîkî. Serokê DYA'yê Donald Trûmp niha dixwaze vî mafî ji holê rake.

Serokê DYA'yê Donald Trûmp ji qenala televîzyonê Axîos re axivî û got, wê bi rêya biryarnameyê dawî li mafê welatîbûna zarokên li Amerîkayê çêdibe, bîne.

Tê gotin, Trûmp dixwaze bi rêya vê pêşniyara ku di çarçoveya kampanya hilbijartinê de kiriye, mijara koçberiyê bike navenda nîqaşan.

Serokê DYA'yê got, "Em li cîhanê welatê yekane ne, ku dema kesek hat û pitikek çêkir, bi hemû derfetên pitikê dibe welatiya/ê DYA'yê."

Trûmp got, "Ev tiştekî tewş e, tiştekî tewş e, divê dawî lê bê anîn."

Vê nîqaşa li ser pîvana ku di xala 14'an a destûra bingehîn de cih digire, rê li ber nerazîbûna gelek hiqûqnasan vekir.

Lê belê Trûmp hesabê wê yekê dike ku bi rêya biryarnameyê astengiya hiqûqî ji holê rake.

Serokê DYA'yê got, "Timî ji min re gotin, 'pêwîstî bi sererastkirineke li ser destûra bingehîn heye'. Pêwîstî bi vê nîne (...) Ev yek wê bi biryarnameyekê pêk were."