Trûmp, Macron û May naçin Davosê

Serokê DYE'yê Donald Trûmp, ji ber krîza siyasî ya li welatê xwe wê tevlî Forûma Aboriyê ya Davosê nebe. Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron jî ji ber krîza Êlek Zeran tevlî nabe.

Serokê DYE'yê Donald Trûmp, serdana heyeta ku li şûna wî hefteya bê biçûya Davosê betal kir.

Berdevka Qesra Spî Sarah Sanders diyar kir, ji bo danûstandinên li ser mijara girtina hin aliyên hikumeta federal (shutdown) ev yek hatiye betalkirin.

Sanders got, "Ji bo hurmeta li 800 xebatkarên Emerîkî yên muçeyên wan nehatiye dayin, Serok Trûmp serdana delegasyona xwe ya Forûma Aborî ya Cîhanê ya li Davos a Swîsreyê betal kir."

Trûmp beriya hefteyekê serdana xwe betal kiribû. Li şûna Trûmp diviyabû Wezîrê Karên Derve Mîke Pompeo, Wezîrê Bazirganiyê Wîlbûr Ross û Wezîrê Xezîneyê Steven Mnûchîn biçûna.

Trûmp roja Pêncşemê bi heman hincetê serdana Seroka Demokrat a Meclîsa Nûneran Nancy Pelosî ya ji bo Efganîstanê betal kir. Pelosî wê bi balafireke leşkerî serdana xwe bikira.

Civîna bilind a Davosê wê 21-25'ê Çileyê pêk were û tevî 65 serokên dewlet û hikumetan, tê payin 3 hezar kes tevlî forûmê bibin.

Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron jî ji ber ku bernameya wî dagirtî ye, wê tevlî forûmê nebe. Li pêşiya Macron bi taybetî krîza Êlek Zeran heye. Serokwezîra Îngilîstanê Theresa May jî ji ber krîza Brexîtê wê tevlî forûmê nebe.