Trûmp: Li DYA'yê cihê çalakiyên şîdeta siyasî nîne!

Piştî ku pakêtên bi guman ji serokê berê yê DYA'yê, wezîra berê û qenala CNN re hatin şandin, Donald Trûmp got; ew ê rê nedin êrîş û gefên siyasî re.

Li buroya serokê berê yê DYA'yê Barack Obama ya li paytexta Washîngtonê, li mala Wezîra Karên Derve ya berê Hîllarî Clînton û li avahiya Tîme Warner ku ofîsa CNN'ê ya li New Yorkê lê ye, alarma pakêta bi guman hatibû dayin.

Pakêtên bi guman bû rojeva sereke ya DYA'yê. Hîllary Clînton li ser zêdebûna dijberiya li hev a li welêt hişyarî da û ji bo parastina yekîtiyê got, "Divê hemû derfet werin bikaranîn.

TRÛMP: LI DYA'YÊ CIHÊ ŞÎDETA SIYASÎ NÎNE

Trûmp li ser mijarê axivî û diyar kir ku şîdeta siyasî wê li DYA'yê neyê qebûlkirin û li dijî çalakiyên bi vî rengî banga 'yekîtiyê' kir.

Trûmp got, "Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê cihê gef û çalakiyên şîdeta siyasî nîne."

Hîllary Clînton ku di navbera salên 2009-2013'an de wezîra karên derve bû, di hilbijartinên 2016'an de hevrika Donald Trûmp bû. Clînton li gelemperiya welêt ji Trûmp bêhtir deng stend, lê ji ber ku li piraniya eyaletan nebû yekemîn nehatibû hilbijartin.