Trûmp: Di demeke nêz de ez ê bi Talîbanan re hevdîtinê bikim

Serokê DYE'yê Donald Trûmp got, piştî ku peyman bi tevgera Talîbanê re hate îmzekirin wê di demeke kurt de bi rêveberên Talîbanê re hevdîtinê bike.

Serokê DYE'yê Trûmp li Qesra Spî civîneke çapemeniyê li dar xist û got, "Ez ê bi xwe bi rêveberên Talîbanê re di demeke nêz de rûnêm."

Trûmp anî ziman, ku ew bawer e Talîban dixwaze 'ji bo nîşan bidin ku ev yek belasebep nîne dixwazin tiştekî bikin" û got, "Eger rewş ber bi nebaşiyê ve biçe ez ê jê vegerim."

Dema ku rexneya şêwirmendê ewlekariya neteweyî yê berê John Bolton ku digot "peyman ne ya qebûlkirinê ye" ji Trûmp hate pirsîn, Trûmp got, "Divê piştî 19 salan kes vê peymanê rexne neke. Ya ku me ji bo cîhanê kiriye bêhempa ye."

Washîngton û Talîbanê roja Şemiyê li bajarê Doha yê Qatarê ji bo dawî li şer û dagirkeriya 19 salan bînin peymanek îmze kirin. Peyman piştî pêvajoya "kêmkirina tundiyê" ya hefteyekê ya tevgera Talîbanê hate îmzekirin.

Di çarçoveya peymanê de DYE û hevalbendên wê wê di nava 135 rojî de hejmara leşkerên xwe yên li Efganistanê daxînin 8 hezar û 600 kesî. Hêzên mayî jî wê di nava 14 mehan de vekişin.

Di çarçoveya peymanê de her wiha wê alî girtiyan bi hev biguherin. Tê gotin ku hejmara wan jî bi hezaran kes in.

Li gorî peymana DYE-Talîbanê ji 10'ê Adarê û pê ve divê di navbera hikumeta Efgan û Talîbanê de danûstandinên aştiyê dest pê bikin. Tê gotin ku peyman bi vî rengî destpêka pêvajoyeke aştiyê ye ku şêwe û çarçoveya xwe hîn nediyar e.

Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Mîke Pompeo li Dohayê daxuyaniyek da û bang li Talîbanê kir ku "Soza xwe ya dûrketina ji El Qaîdeyê" bi cih bînin. Pompeo diyar kir ku eger Talîban soza xwe bi cih nîne wê DYE "ji bo betalkirina peymanê dudil nebe."