Tankera petrolê ya li peravên Yemenê bû hedefa êrîşê, hîn jî dişewite

Tankera ji petrola xav a Yewnan Sounion, ku bû hedefa êrişa serhildêrên Hûsî yên Yemenî, hîn jî li Derya Sor dişewite û petrol jê diherike.

Sounion hefteya derbasbûyî li peravên bajarê Hudeyde yê Yemenê bû hedefa êrişê. Hûsiyên ku piştgiriyê ji Îranê werdigirin û herêmên herî qelebalix ên Yemenê kontrol dikin, îdîakirin ku weke parçreyek ji kampanya 'Piştevaniya bi Fîlîstîniyan re' ya di şerê Xezeyê de, êrış birine ser keştiyê.

Berdevkê Pentagonê Tumgeneral Patrick Ryder anî ziman ku "aliyekî sêyemîn" ji bo rizgarkirian Sounion hewl dan du romorkoran bişîne, lê belê Hûsiyan gefa êrîşê li wan jî xwarin.

Ryder diyar kir ku di tankerê de bi qasî milyonek varîl petrola xav hebû û got, "Ev hemû çalakiyên terorane ne ku gefê li ekosîstema deryayê ya li Kendava Adenê û Derya Sor dixwe ku jiyana deryakariya sivîl a bêguneh dixe xeteriyê û bazirganiya herêmî û navneteweyî nearam dike."

Sounion bû keştiya sêyemîn ku di meha Tebaxê de li Derya Sor bû hedefa êrîşê.