Talîbanê êrîşî baregheke leşkerî kir

Talîbanê li başûrê Efganîstanê êrîşî baregeheke leşkerî kir. Herî kêm 12 endamên hêzên ewlekariyê hatin kuştin.

Rayedaran diyar kirin, êrîş li baregeheke li eyaleta Meydani Vardakê pêk hatiye.

Di encama êrîşê de ya bi wesayita bombebarkirî, herî kêm 12 endamên hêzên ewlekariyê mirin, bi dehan jî birîndar bûn.

Li gorî Reûtersê, waliyê eyaletê Mûhebûllah Şerîzayî got, du kesên çekdar hewl dane bikevin nava baregehê û hatine kuştin. Walî ragihand, wesayiteke din a bombebarkirî hate tespîtkirin û îmhakirin.

Midûrê tenduristiyê yê eyaletê Mûhammed Salîm Aşgarhîl diyar kir, 28 endamên hêzên ewlekariyê yên birîndar bûn rakirin nexweşxaneyê û dibe ku bîlanço girantir bibe.

Tevgera Talîbanê berpirsyariya êrîşê li xwe girt. Berdevkê TalÎbanê Zabîhûllah Mucahîd diyar kir, di êrîşê de bi dehan kes mirine ya jî birîndar bûne.