Talîbanan agirbesta qismî bi dawî kir

Tevgera Talîban piştî peymana bi DYE’yê re îmze kir û şûnde ragihand ku agirbesta qismî 2’yê Adarê û şûnde bi dawî kirine.

Berdevkê tevgera Talîbanan ên Efganistanê Zabîûllah Mucahîd diyar kir ku pêvajoya ‘kêmkirina şidetê’ a neh rojan dom kir, bi dawî bû got: “operasyonên me wê asayî bidomin.”

Di encama muzakereyên bi DYE’yê re 22’yê Sibatê agirbestekî qismî hatibû ragihandin. Di dawiya pêvajoyê de 29’ê Sibatê li bajarê Doha yê Qeterê di navbera DYE û Talîbanan de peymanek hate îmzekirin.

Li ser garnatiya Talîbanan DYE û îtifaqên wê, wê di nava 14 mehan de hemû hêzên xwe yên li welat derxîne. Li gel vekişînê jî DYE’yê mercên di mijara destpêkirina muzakereyê ya Talîbanan li gel hikûmeta Efganistanê jî sepand. Divê muzakereya di navbera hikûmeta Efgan û Talîbanan de pêk bê 10’ê Adarê destpê bike.

Mucahd got: “Mucahîdên em êrîşî hêzên biyanî nake, lê wê operasyonên me li dijî hêzên hikûmeta Kabîl dewam bike.”

Serokkomar Eşref Ganî di daxuyaniyê de ku 1’ê Adarê kiribû got: “Ji bo agirbestekî her demî pêk bê, divê domandina kêmkirina agirbestê bidome.”

Her wiha Ganî beda pevguhertina girtiyan a di peymanê de cih digire jî red kir. Hikumet di peymana îzmekirinê de cih negirtiye. Li gorî vê bendê ji bo Talîban nêzî hezar girtiyên di destê xwe de berde, divê hikûmeta Efgan jî nêzî 5 hezar kesan berdin.

Ganî got: “Berdana 5 hezar girtiyan ne di destê min de ye”, diyar kir ku berdana girtiyan ne di destê DYE di destê rayedarên hikûmeta Efgan de ye.