Talîban teslîmiyetê li hikumeta Efgan ferz dike

Pentagonê ragihand, ew ne li bendê ne ku heman piştî peymana bi Talîbanê re li Efganistanê tundî di cih de kêm bibe yan jî bi temamî bisekine. Talîbanê jî agirbesta neh rojan bi dawî kir.

Serokê Fermandariya Giştî ya DYE'yê Orgeneral Mark Mîlley piştî êrişa Duşemê ya li başûrê wel3et ku sê kesî jiyana xwe ji dest dan got, "Em vê gavê nizanin ku kî ji êrişê berpirsyar e."

Mîlley got, "Ez wan kesan hişyar dikim ên ku ji wan heye ku li Efganistanê wê tundî teqez kêm bibe" û anî ziman ku ew ne li bendê ne ku tundî bi temamî rawest e yan jî yekser kêm bibe.

TALÎBANÊ DAWÎ LI AGIRBESTÊ ANÎ

Beriya vê daxuyaniyê, berdevkê tevgera Talîbanê Zabîûllah Mucahîd ragihand ku pêvajoya 'kêmkirina tundiyê' ya neh rojan bi dawî bûye û got, "Operasyonên me wê vegerin rewşa asayî." Mucahîd got, "Mucahîdên me wê êrişî hêzên biyanî nekin, lê belê operasyonên me yên li dijî hêzên hikumeta Kabîlê wê dewam bikin."

Di encama danûstandinên bi DYE'yê re 22'ê Sibatê agirbestek hatibû ragihandin. Di dawiya vê pêvajoyê de jî 29'ê Sibatê li bajarê Doha yê Qatarê DYE û Talîbanê peymanek îmze kiribûn. Di berdêla garantiyên li ser ewlekariyê, DYE û hevalbendên wê soz dan ku di nava 14 mehan de hêzên xwe ji welêt vekişînin. DYE'yê her wiha weke şert danî pêşiya Talîbanê ku vekişîn divê bi destpêkirina danûstandinên bi hikumeta Efgan re pêk were. Danûstandinên navbera hikumeta Efgan û Talîbanê divê 10'ê Adarê dest pê bikin.

ÊRIŞAN DEST PÊ KIRIN

Roja ku hate ragihandin agirbest bi dawî bûye, li gorî dema herêmê saet di 15:00 de li wîlayeta Badgîsê Talîbanê êriş bir ser çeperên artêşa Efgan.

GENERALÊ EMERÎKÎ: ASTA TUNDIYÊ DIVÊ KÊM BE

Generalê Emerîkî Aûstîn Scott Mîller jî bi daxuyaniyekê got, "Em li bendê ne ku Talîban di bicihanîna berpirssyariyan de bi cidî tevbigere. DYE bendewariyên xwe eşkere kir. Asta tundiyê divê kêm be."

HIKUMETA EFGAN RED DIKE KU 5 HEZAR GIRTIYAN BERDE

Serokkomar Eşref Ganî 1'ê Adarê li Kabîlê civîneke çapemeniyê i dar xist û pevguhertina girtiyan red kir ku DYE û Talîbanê li ser li hev kirin. Li gorî peymanê divê Talîban hezar leşker û polîsên girtî berde, hikumeta Efgan jî 5 hezar girtiyan berde. Ev gav jî beriya destpêkirina danûstandinên di 10'ê Adarê de divê bê avêtin. Ji aliyê teorîk ve tê payin ku hevdîtin li paytexta Norwêc Osloyê dest pê bikin.

Ganî got, "Sozeke ji bo berdana 5 hezar girtiyan nîne" û diyar kir, berdana girtiyan erka hikumeta Efgan e, ne ya DYE'yê ye.

TALÎBAN DIXWAZE DESTHILATDARÎ TESLÎM BIBE

Li gorî pisporan Talîban di pozîsyoneke xurt de ye. Lêkolînerê Navenda Lêkolînên Navneteweyî Adam Baczko ji rojnameya Lîberatîon re axivî û got, "Derengxistina danûstandinan bi kêrî Talîbanê tê. Her ku dema vekişîna hêzên biyanî nêz bû wê pozîsyona wan xurtir bibe." Baczko got, "Talîbanê li Dohayê Emerîka teslîm girt, niha jî dixwaze desthilatdariya navendî teslîm bigire. Li pêşberî vê yekê Eşref Ganî di pozîsyoneke gelekî tevlîhev de ye. Di rastiyê de tiştekî ku danûstandin li ser bê kirin nîne."