Swîsreyê rêya "alîkariya însanî" ji bo Îranê vekir

Ji bo bi Îranê re alîkariya însanî bê kirin, bi rêya Swîsreyê sîstemeke nû ya danûstandinê hate afirandin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Aboriyê ya Swîsreyê, di encama hevdîtinên bi rêveberên Emerîkî û Îranî re, ji bo alîkariya xurek û derman, sîstemeke nû hatiye avakirin. Lİ gorî vê yekê, beriya alîkariya însanî ya bi Îranê re bê kirin, neçar e destûra pêwîst ji Wezareta Xezîneyê ya Emerîkayê bê wergirtin.

DI BERDÊLA DESTÛRÊ DE WÊ AGAHIYÊN PÊWÎST BÊN DAYIN

Piştî ku ji bo alîkariya malî Wezareta Xezîneyê wergirt, şîrket an jî bankayên Swîsreyî wê neçar be ku agahiyên li ser bazirganiya bi Îranê re bi Washîngtonê re parve bikin. Bi saya vê yekê wê were fêhmkirin ku alîkariya malî ya bi Îranê re bê kirin ji bo armancên însanî were bikaranîn an na.

Li gorî Wezareta Aboriyê ya Swîsreyê di çarçoveya lihevkirinê de alîkariya destpêkê di 27'ê Çileyê de gihîşt Îranê.

Serokê DYE'yê Donald Trûmp piştî ku xwe ji Peymana Nukleerê ya bi Îranê re vekişand, ji sala derbasbûyî û vir ve pêkanîn li ser şîrketên ku bazirganiyê bi Îranê re dikin ferz dike.