Sûriye: Qada hewayî ya Îdlîbê hate girtin

Rejîma Sûriyeyê diyar kir ku piştî dewleta Tirk bi navê ‘Mertala Biharê’ êrîşên dagirker daye destpêkirin, Îdlîb di serî de wan li herêma bakurê rojava qada hewayî girtine.

Saloxvanekî leşkerî ji ajansa nûçeyan a Sanayê axivî û diyar kir ku rejîma Tirk li çeperên leşkerên Sûriyeyê yên li Îdlîbê dide û alîkariyê dide ‘terorîstan’.

Li gorî heman kesî Fermandariya Hêzên Çekdar û Artêşê qada hewayî ji seferên balefiran re û Îdlîb di serî de herêma bakurê rojava ji wesayîtên hewayî yên bêmirov re girtiye. Saloxvanê leşkerî diyar kir ku heke ‘balefirên dijmin’ têkevin qadê ew ê li wan bidin.

Di nava hefteyê de şer gur bûbû û ji her du aliyan bi dehan kes mirine. Rejîma Tirk li Sûriyeyê gelek der dagir kiriye û yekser piştgiriyê dide komên çeteyan ên wekî El Nusra û DAÎŞ’ê.

Hate ragihandin ku li herêma Îdlîbê roja Yekşemê du balefirên rejîma Sûriyeyê jî aliyê rejîma Tirk ve hatine xistin.