Siûdiyan bang li sefîrê xwe yê bilind ê li Berlînê kirin

Rêveberiya Siûdî piştî rexneyên Wezîrê Karên Derve yê Elmanya bang li sefîrê xwe yê bilind ê li Berlînê kirin.

Li gorî ajansa SPA’yê piştî daxuyaniyên Wezîrê Karên Derve yê Elmanyaê Sîgmar Gabrîel ji bo 'îdtîşareyan' bang li sefîrê Siûdî hatiye kirin.

Di nûçeyê de hatiye gotin wê notaya protestoyê bidin Sefîrê Riyadê yê Elmanya.

Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê Sîgmar Gabrîel derbarê spekulasyonên li ser Serokwezîrê Lubnanê Saad Harîrî rêveberiya Siûdî rexne kiribû. Gabrîel polîtîkayên Siûdî yên li herêmê bi ‘xeyaldîtin’ê bi nav kiribû.

Gotinên hişk ên di navbera Siûd û Îranê û welatên rojavayî piştî ku 4’ê Mijdarê Harîrî li Riyadê îstîfa kiri dest pê kiribû. Harîrî îdîa kiribû ku Îran bi destê Hîzbûllahê pir destwerddanê li welatî wî dike.

Lê hin kes dibêjin Harîrî bi zorê li Siûdî tê hiştin ku gelek veberhênan û hevkariyên wî  li Siûdî hene.

Tê payin ku Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron li Fransayê Saad Harîrî bi demkî pêşwazî bike, Macron ragihandibû ku li gel îstîfakirina Harîrî jî bi sifetê ‘serokwîza’ wê Harîrî pêşwazî bikin. Macro ku Wezîrê Karê Derve Jean –Yves Le Drîan şandibû Riyadê û balkêş bû piştî vê Macron duh Îran rexne kiribû.