Serokwezîrê nû yê Iraqê: Em ê nebin hevkarê zextên li ser Îranê

Serokwezîrê nû yê Iraqê Adil Evdilemehdî Pêncşemê civîna Desteya Wezîran pêk anî. Evdilmehdî piştî civînê got, ew ê nebin parçeyek ji ambargo û zextên DYA'yê yên li ser Îranê.

Evdilmehdî ku Pêncşemê hate ser kursiyê Serokwezîrtiyê heman rojê êvarî civîna desteya wezîran pêk anî.

Serokwezîrê Iıraqê piştî civînê têkildarî ambargoyên yek alî yên Amerîkayê yên li ser Îranê got, "Weke ku li parlamentoyê jî min diyar kirî, Iraq wê nebe parçeyek ji pergala ambargoyan. Iraqê bi xwe jî gelek ziyan ji ambargoyan dîtiye û ji hêla rêgezî ve em li dijî ambargoyan in."

PEYAMA JI BO CÎRANAN

Evdilmehdî got, welatê wî wê nebe parçeyek ji êrîşên li ser welatan û domand, "Em dixwazin Iraq ji detwerdana welatên dî, çi cîran, çi wekî dî, dûr bimîne. Iraq dixwaze berjewendî û serxwebûna xwe biparêze û helwesta me ya derbarê ambargoyan wê bi vî rengî be."

Di dengdanê de ku 220 parlamenter hazir bûn, ji 22 wezîrên qebîneya nû 14'an jê dengê pêbaweriyê standin û 8'an jê nestand.