Serokwezîrê Iraqê yê nû çû serdana hêzên leşkerî
Serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî çû serdana Fermandariya Operasyonên Hevpar a Iraqê.
Serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî çû serdana Fermandariya Operasyonên Hevpar a Iraqê.
Serokwezîr Abdulmehdî çû serdana Fermandariya Operasyonên Hevpar a Iraqê û diyar kir ku milîsên Haşdî Şabî yên ku Îran alîkariya wan dikin jî beşeke hêzên çekdar ên Iraqê ne.
Piştî serdana serokwezîr Abdulmehdî daxuyanî da û got, "Fetwayên rayedarên olî yên ji bo çekdarkirina gelê Iraqê li gorî me, roleke dîrokî ye. Di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de Haşdî Şabî, Pêşmerge û hêzên din alîkarî dan û vê têkoşînê rê li ber serfiraziyê vekir."
Serokwezîr bal kişand ser nîqaşên li ser Haşdî Şabî û diyar kir ku Haşdî Şabî jî beşeke hêzên çekdar ên welat e û ev hemû hêz li gorî heman fermanê tevdigerin.
Abdulmehdî diyar kir ku welatê wan li dijî DAÎŞ û El Kaîdeyê serketinên mezin pêk aniye û di têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê de ew ê ji welatên dost alîkariyê bixwazin.