Serokkomarê berê yê Efrîkaya Başûr qebûl nake ku bikeve girtîgehê

Serokkomarê berê yê Efrîkaya Başûr Jacob Zûma, li gel cezayê girtîgehê yê lê hatiye birîn, red dike ku teslîm bibe.

Zûma ku di lêpirsînên têkildarî karên nelirê de gelek caran red kir ku îfadeyê bide, ji ber heqareta Li Dadgeha Destûra Bingehîn 15 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn.

Dadgehê pênc roj dem dabû Zûma ji bo teslîmî polîsan bibe. Welat li bendê ye ku wê Serokkomarê berê teslîm bibe, yan jî bi zorê bê girtin.

Zûma du rê danî ber xwe. Ya yekemîn, weke fena hiqûqî tê nirxandin. Dadgehê roja Şemiyê qebûl kir ku biryara têkildarî Zûma ji nû ve bê nirxandin. Rûniştina nû jî ji bo 12'ê Tîrmehê taloq kir. Ya duyemîn jî piştgiriya gel e.

Zûma li bajarê Nkandla ya li herêma Kwazulu-Natal a li rojhilatê welêt daxuyanî da çapemeniyê û bi ken got, "Ne pêwîste ku îro bikevim girtîgehê."

Ji aliyê teknîkî ve biryara rûniştina nû mehkûmiyeta Zûma ranewestîne jî Zûma qebûl nake ku bikeve girtîgehê.

Alîgirên wî ku li ber mala wî li hev civiyan pankarta "Dest nedin Zûma" hildan û dirûşm qîriyan.

Serokkomarê berê tê sûcdarkirin ku di nava neh salên desthilatdariya xwe de pereyê cemaweriyê talan kiriye.