Serma û seqemê li DYE'yê jiyan tevizand
Li DYE'yê, ji ber serma û seqemê ku bi rojan e dewam dike, bi milyonan mirov ji elektrîkê û gelek derfetan bêpar man.
Li DYE'yê, ji ber serma û seqemê ku bi rojan e dewam dike, bi milyonan mirov ji elektrîkê û gelek derfetan bêpar man.
Li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ku pileya germahiyê gelekî di bin asta asayî de ye, li gelek eyaletan jiyan tevizand. Li Teksasê ya li ser sînorê Meksîkayê bi qasî 12 pile di binê sifirê de hewa cemidî, bi dehan kesî jiyana xwe ji dest dan, bi milyonan kes jî ji gelek derfetan bêpar man.
Li gorî malpera 'poweroutage.us' ku qutbûna elektrîkê ya li welêt dişopîne, ragihand ku elektrîk li ser 2.5 milyon xanî û şîrketan qut bûye. Hate ragihandin ku ji ber germayê gelek santralên gaz û ba rawestiyane, lewma elektrîk qut bûye. Li gorî rayedaran, ji ber sermayê zêdeyî 20 kesî jiyana xwe ji dest dane.