Serhildêrên Belûc li Pencapê 39 kes kuştin

Bîlançoya êrişên çekdarî yên li herêma Pencapê ya li başûrrojavayê Pakistanê giran dibe. Artêşa Rizgariya Belûcistanê (BLA) ku alîgirê serxwebûnê ye, berpirsyariya êrişê li xwe girt.

Êriş roja Duşemê li eyaleta Belûcistanê herî kêm li 3 herêman hate kirin.

Berdevkê hikumeta Belûcistanê Shahid Rind ji AFP'ê re aragihand ku êriş ji aliyê BLA'yê ve bi rengekî koordîneyî hatiye kirin û di encamê de 39 kes hatine kuştin.

Rayedarê xwecihî Necîbûllah Kakar jî ji AFP'ê re diyar kir ku li herêma Mûsakhaîlê 30 heta 40 kesên çekdar li ser rêya Pencap a Belûcistanê otobus û qemyon sekinandin.

Necîbûllah Kakar got, "Wesayitên ji Pencapê dihatin an jî yên diçûn Pencapê hatin kontrolkirin û piştre kesên ji Pencapê hatin, ew tespît kirin û qetil kirin."

BLA'yê jî bi daxuyaniyekê diyar kir ku li ser rêyên Belûcistanê dest bi operasyonekê kirine û tenê li hêzên ewlekariyê yên Pakistanê xistine.

Koma çekdar şeva Duşemê bi daxuyaniyekê hişyarî dabû xelkê Belûcistanê ku xwe ji rêyên bejahî vegirin û diyar kiribû ku 'têkoşîna wan li dijî artêşa Pakistanê ya dagirker' e.

Belûcistan ku sînorê Efganistan û Îranê ye tevî ku ji aliyê çavkaniyên xwezayî ve dewlemend e, eyaleta herî mezin û xizan a welêt e.

Tevgera serhildêr a li Belûcistanê dixwaze xweseriyeke hîn mezin werbigire û çavkaniyên maden û gazê yên li eyaletê kontrol bike.