Seehofer bi xwepêşandaneke mezin hate şermezarkirin

Wezîrê Karên Hundir ê Elmanyayê Seehofer, ku dixwaze Elmanya deriyên xwe li penaberên nû bigire û sîstema 'dewleta polîs' li ser tevahiya welêt ferz dike, li Munchenê ji aliyê 50 hezar kesî ve hate şermezarkirin.

Saziyên alîkariya penaberan, sendîka, komele, partiyên siyasî û dêr jî di nav de 130 saziyan bang kirn û li ser vê bangê doh li bajarê Munchen ê Elmanyayê xwepêşandaneke girseyî hate lidarxistin. Xwepêşandan bi dirûşma "Li dijî siyaseta tirsê têkoşîna hevpar" pêk hat û siyaseta Wezîrê Karên Hundir Horst Seehofer a li ser penaberan û ewlekariyê hate şermezrkirin.

Xwepêşandan li paytexta Eyaleta Bayernê li Munchenê pêk hat ku di heman demê de warê Seehofer e. Li gel baranê jî bi hezaran kes tevlî xwepêşandanê bûn. Polîsan îdîa kirin ku 20 hezar kes tevlî bûne, lê li gorî organîzatoran herî kêm 50 hezar kes li hev civiyan.

Qisekeran nerazîbûneke tund nîşanî rêveberên Partiya Xiristiyanên Civakî (CSU) dan ku li Bayernê desthilatdar e. Destnîşan kirin ku Seehofer, Serokwezîrê Eyaleta Bayernê Markus Soder û Serokê Koma CSU ya Eyaletê Alexander Dobrîndt dest dane hev û aramiya eyaletê ji holê rakirine.

Xwepêşandêran bang kirin ku siyaseta nîjadperestî ya li ser penaberan ku Seehofer serkêşiyê jê re dike tavilê biqede û li eyaletê aştiya civakî pêk were. Her wiha xwestin qanûna ku gelek erkan dide polîsan û çend roj berê li meclîsa eyaletê hate qebûlkirin, bê betalkirin.