Schînas ji bo Erdogan got: Tu kes nikare şantajê li YE’yê bike!

Komîserê Koçberan a Yekîtiya Ewropayê Margarîts Schînas nerazîbûn nîşanî gefên dewleta Tirk a bikaranîna koçberan da û got: “Tu kes şantajan bi YE’yê bike.”

Schînas di dema serdana ji bo paytexta Elmanya Berlînê de got: “ Tu kes nikare Yekîtiya Ewropayê şantaj bike, nikare me bitirsîne.”

Schînas bi domdarî got: “Çawa ku mîna niha Yekîtiya Ewropayê tê testkirin, her carê jî yekîtî bi ser ketiye.”

Serokwezîra Elmayayê Angela Merkel jî nerzîbûn nîşanî bikaranîna koçberan da û got: “Ez fam dikim ku Tirkiye di mijara Idlibê de bi pirsgirêkeke mezin re rû bi rû maye. Lê divê Serokkomarê Tirkiye û hikûmetê wê nerazîbûn û ne rehetiya xwe ne li ser koçberan, bi rêya diyaloga bi YE’yê re îfade bike. Raya ku ez bişopînim ne ev rê ye.”

Merkel beriya niha bi bazara li ser koçberan re ji bo peymana bi  Tirkiyeyê re pêşengtî kiribû.

Hefteya borî rejîma Tirk a piştî ku li Idlibê bi dehan leşkerên wî hate kuştin û şûnde ji nû ve koçber weke çek bi kar anî. Rejîma Erdogan a bi hezaran koçber şandin ser sînor, gefên nû kirin. Erdogan di daxuyaniya xwe ya nû da de, diyar kir ku wê di demek nêzîk de bi milyonan kes bikevin ser rêya Ewropayê.