Saziyên Rêxistinên Civakî yên Sivîl ên Çapemeniyê bang li YE’yê kirin ku zextê li Îsraîlê bikin

Nêzî 60 rêxistinên çapemeniyê yên ku azadiya çapemeniyê diparêzin bang li Yekîtiya Ewropayê kirin ku zextê li Îsraîlê bikin.

Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ), Rojnamevanên Sînornenas (RSF), Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) û Federasyona Rojnamevanên Ewropa (EFJ) jî di nav de, bi dehan saziyên civakî yên sivîl bang li YE’yê kirin ku zextê li Îsraîlê bikin.

Di nameyê de hate diyarkirin ku hikûmeta Binyamin Netanyahu ji 7’ê Cotmehê ve “ji bo astengkirina azadiya medyayê, gelek tedbîr girtine û ev yek jî bi fiîlî dibe sedem ku rejîmeke sansurê bê avakirin”.

Di nameyê de bang li Nûnerê Bilind ê Polîtîkaya Derve ya YE’yê Josep Borrell û komîserê ji ticaretê berpirsyar Valdis Dombrovskis hate kirin ku peymana hevpar a ku ticaretê digire nava xwe, bê betalkirin û pêkanîn li berpirsyarên binpêkirina mafên mirovan bê ferzkirin.

Ji 7’ê Cotmehê ve 2 rojnamevanên Îsraîlî, 3 Lubnanî û zêdeyî 100 rojnamevanên Fîlîstînî mirin, ev pêvajo ji bo çapemeniyê bû “dema herî kujer” a deh salên dawiyê.

Di nameyê de bang li wezîrên karên derve yê YE’yê tê kirin ku beriya civîna 29’ê Tebaxê ya li Brukselê, azadiya medyayê “biparêze”, jiyana rojnamevanan “biparêze” û dawî li bêcezatiyê bîne.