Li Japonyayê gel berê xwe dan supermarketan, xelaya birincê derket holê

Li Japoyayê ji ber metirsiya “erdheja mega" ku tê payîn rêze bager pêk bên û hefteyekê li seranserê welêt betlane ye, gel ji bo kirîna birincê ber bi supermarketan ve herikîn û ev yek rê li ber xelaya birincê vekir.

Hikûmeta Japonyayê di 9’ê Tebaxê de welatiyên xwe ji bo “erdeheja mega” hişyar kir û piştî hefteyekê vê hişyariya xwe rakir. Ev yek di nava gel de rê li ber metirsiyeke mezin vekir. Bi taybet ji ber ku gelê Japonyayê ketine hefteyek betlanê û li benda çend bagerên mezin in, ev  yek rê li ber metirsiyê vekir.

Bê guman ev yek ne tenê sedema xeleya birincê ye. Hiulberîna ku ji ber germahî û ziwabûnê lawaz bûye û her wiha hejmara zêde ya turîstan jî bû sedema xelayê.

Wezîrê Çandiniyê Tetsushi Sakamoto bang li welatiyan kir ku roja Sêşemê aram bimînin. Sakamoto got, “Bi qasî debara xwe birincê bikirin û bi hestyarî tevbigerin. Rewşa kêmbûna peydakirinê dê gav bi gav were çareserkirin."

Li Japonyayê di sedsala heftemîn de birinc li şûna pereyan dihat bikaranîn. Gelê Japon salê neh milyon ton birincê dixwin û ev yek di çanda Japonî de xwedî cihekî girîng e. Ji ber kêmbûna nifûsê û guherîna çanda xwarinê niha daxwaza birincê kêm bûye.

Di meha Hezîranê de rezervên neteweyî ji sala 1999’an vir ve rêjeya herî kêm de bû, lê dîsa jî têr dihat dîtin.