Li Fransayê cara yekem: Ji bo pisîka bi lêdanê mir kuşt wê tazmînatê bide

Dadgeha Cezayê ya Lille ji ber zerar daye pisîkê cazeyê tazmînatê li kesekî birî. Ev biryar li Fransayê bû biryara yekem.

Dadgeha Cezayê ya Lîlle ya Fransayê der barê zilma heywanan de biryareke sembolîk da.

Dadgeha Cezayê biryar da ku 100 euro tazmînatê bide pisîka yek salî Lanna ya ku di Tîrmeha 2023’an de li Lille di çopekê de mirî hatibû dîtin.

Xwediyê pisîkê li xwe mikur hat ku ji ber qeremûş avêtiye zarokê wî yê otoîst pisîk kuştiye. Pisîk bi derbên kulm û daran hat kuştin.

Li kesê ku pisîk kuştiye, ji zilam lir pisîkê kiriye 8 meh cezayê hepsê ku hate taloqkirin û xwedîkirina heywanên lê hate qedexekirin.

Parêzera pisporê hiqûqa heywanan Graziella Dode roja Yekşemê di daxuyaniyekê de li ser hesabê xwe yê Instagramê got, "Li Fransayê yekem car birîndarbûna heywanekî hat naskirin û bi awayekî sembolîk hat telafîkirin.”

Serokê Saziya Parastina Heywanan (SPA) Jacques-Charles Fombonne ji France 3 Hauts-de-France re got, "Wekî serokê SPA’yê, ez kêfxweş im. Ji ber ku ev tê vê wateyê ku em li ser rewşa heywanan difikirin."

Fombonne diyar kir ku ew hîn jî “bi guman” e û got, "Ez ji bingeha qanûnî ya vê yekê fam nakim." Fombonne bi fikar e ku wê Konseya Destûra Bingehîn vê biryara dadgehê red bike.