Li Kabîlê di nava hefteyekê de êrîşa sêyemîn pêk hat: 2 kes mirin

Hat ragihandin ku di teqîna ku li paytexta Efxanistanê Kabulê pêk hatî de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li Kabîlê di nava vê hefteyê de 3 êrîş pêk hat. Polîsan ragihand ku teqînek li derveyî navendeke danûstendinê li devera Deştê Barçî ku hindikahiyên Hezara Şîe lê dijîn, pêk hatiye.

Polîsan diyar kir ku 2 kesan jiyana xwe ji dest dane û 12 kes jî birîndar bûne.

Heta niha tu kesî êrîş negirtiye ser xwe, lê Hazayên Şîe gelek caran  ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve tên hedefgirtin.

Roja Sêşema 9’ê Çileyê di encama teqîna bombeyeke ku di mînîbûsekê de hatibû bicihkirin, li Kabîlê hat teqandin, 3 kesan jiyana xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn. Çeteyên DAÎŞ’ê êrîşê girtibû ser xwe.
Çeteyên DAÎŞ’ê roja Yekşema 7’ê Çileyê otobûseke li herêma Deşte Barçî ya Kabîlê ku civaka Hezara Şîe ku bi sedsalan e li Efxanistanê di bin zilmê de ye, hedef girt û herî kêm 5 kesan jiyana xwe ji dest dabû. 

Çeteyên DAÎŞ'ê yên li herêmê bi berdewamî êrîşî Şîayan dikin. Di Mijdara 2023’yan de jî  li Deşte Barçiyê di otobusekê de teqînek pêk hatibû û 7 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Çeteyên DAÎŞ'ê ev êrîş jî girtibû ser xwe.

Piştî ku Talîbanê di Tebaxa 2021’an de desthilatdarî bi dest xist,her çend hejmara teqîn û êrîşên xwekujîyê yên li Efxanistanê pir kêm bûne jî hin komên çekdar hê jî êrîşên xwe didomînin.