Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn tevî Serokwezîrê Îtalylayê Gîûseppe Conte li Moskowayê civîna çapemeniyê li dar xist û hişyarî da welatên Ewropayê yên ku piştî vekişîna ji peymana INF'ê bi DYA'yê re hevkariyê bikin.
Pûtîn got, eger DYA xwe ji peymana INF'ê vekişîne, wê welatên ku fuzeyên Amerîkî lê werin bicihkirin jî bibin hedefa wan. Pûtîn îdîa kir ku malovaniya ji Amerîkiyan re wê ji bo welatên Ewropayê metirsîdar be û got, "Ez fêhm nakim bê çi pêwîstî pê heye ku Ewropayê bixin nava metirsiyeke wiha."
Pûtîn destnîşan kir ku wê bersivê bide welatên ku fuzeyên Amerîkayê qebûl bikin.
Serokê DYA'yê Donald Trûmp roja Şemiyê di hevpeyvîneke xwe de gotibû, ew dikarin xwe ji Peymana Hêza Nukleerî ya bi Menzîla Navîn (INF) vekişînin. INF sala 1987'an di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Yekîtiya Komara Sosyalîst a Sowyetan (SSCB) de hatibû îmzekirin.