Rûsya: Tirkiye peymana Soçiyê binpê kir

Wezareta Parastinê ya Rûsiyayê ragihand ku Tirkiye ‘komên bi çek ên ne fermî’ destek dike, nerazîbûn nîşanî binpêkirina peymana Sûriyeyê da.

Wezareta Parastinê got: “Aliyên Tirkiyeyê peymana Soçiyê bin pê kir, li devera bê şer a Idlibê bi topbaranê desteka xwe ya ji bo çeteyên ne fermî didomîne.”Wezaretê anî ziman Tirkiye bi dronan jî êrîş dike.

Wezareta Parastinê ya Rûsiayyê her wiha diyarkiribû ku roja Sêşemê droneke Tirkiyeyê dema xwest li leşkerên Sûriyeyê bide sînor derbas kir, hatiye xistin.

Alî  sala 2018’an li bajarê Soçî yê Rûsiyayê li hev kiribûn. Li gorî peymanê wê li herêma Idlibê nuqteyên çavdêriyê bihata avakirin. Lê ev peyman di hefteyên dawî de hate xirakirin.