Rûsya: Em nikarin ewlehiya balafirên şer ên Tirk misoger bikin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand, piştî ku rejîma Şamê qada hewayî ya Idlibê girt, ew nikarin ewlehiya balafirên şer ên Tirk ên li herêmê bifirin misoger bikin.

Li gorî medya Rûs, Navenda Lihevanîna Aliyan a Rûsyayê ya li Sûriyeyê, têkildarî girtina qada hewayî ya Idlibê ji aliyê hikumeta Şamê ve daxuyaniyek weşand.

Serokê navendê Oleg Jûravlyov got, "Hikumeta Sûriyeyê, ji ber nebaşbûna rewşa qada hewayî ya li herêma Idlibê neçar ma ku ragihîne ku qada hewayî ya herêmê hatiye girtin."

Jûravlyov got, "Di nava van şert û mercan de Fermandariya Koma Artêşa Rûsyayê ya li Sûriyeyê nikare ewlehiya firîna balafirên şer ên Tirk li Sûriyeyê misoger bike."

Artêşa Sûriyeyê roja Yekşemê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku wan qada hewayî ya li Idlibê girtine û wê "balafirên dijmin" bixin. Beriya vê daxuyaniyê rejîma Tirk du balafirên şer ên Sûriyeyê xistibûn.