Rûsya du keştiyên şer ên ultra modern şande Sûriyeyê

Rûsya piştî kuştina di dehan leşkerên Tirk ên li Sûriyeyê şûnde, 2 keşêtiyên şer ên ultra modern şanede Rojhilata Navîn.

Di wêne û dîmenên li ser tevnên civakî hatin parvekirin de dixuyê ku Rûsya du keştiyên şer ên modela fuze avêj amîral Grîgorovîch û amîral Makarov ber bi Sûriyeyê ve di Kendavê re derbas dibe.

Her çendê di salên dawî de di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de nêzîkbûnek hebe î, li Sûriyeyê li qada Idlibê rageşî zêdetir bû. Li gorî Moskovayê dewleta Tirk mutabaqata Soçiyê binpê kir. Di şerê roja Pêncşemê derketî de bi dehan leşkerên Tirk hatibûn kuştin.

Wezareta Parasinê ya Rûsyayê anî ziman ku têkildarî yekîneyên wan ên li qadê ti agahiyek nehatiye parvekirin û destnîşan kir ku balafirên şer ên Rûsya cih di bomberdûmanê de negirtine.