RSF: Îran agahiyên têkildarî vîrûsê diveşêre

Rojnamevanên Sînoran Nenas (RSF) rejîma Îranê bi nixûmandina agahiyên li ser vîrûsa korona sûcdar kir. RSF’ê got: “Veşartina agahiyan dikuje.”

RSF a Navenda li Parîsê ye got: “Rayedar rewşê kontrol dike lê belavkirina hejmara kesên bi vîrûsê ketine û kesên pê mirine red dike, rêgiriyê li karê rojnamevaniyê dike.”

RSF’ê diyar kir ku 23’ê Sibatê rojnamevanê ‘Serbixwe’ Muhammed Mûsaed ê têkildarî vîrûsê li ser tevnên civakî agahî parvekiribû û şûnde ji aliyê îstixbarata Muhafizên Şoreşê ve hatiye vexwendin û lêpirsînkirin. RSF’ê destnîşan kir ku rojnamevan hate berdan lê hesabên wî yên Twîtter û Telegram hatin girtin û dest danîn ser kompîtera wî.

Li gorî rejîma Îranê Roja Çarşemê ji ber vîrûsa Koronayê 4 kes mirine. Li gorî rejîmê li gelemperiya welat 139 kes bi vîrûsê ketine, 19 kes jî mirine.

Navenda vîrûsê bajarê Kum ê 150 kêlometre dikeve başûrê rojavayê Tehranê tê destnîşankirin.

Parlemeterê bajarê Kum Ahmed Amîr Abadî Farahanî di daxuyaniya roja Duşemê dayî de anî ziman ku li vî bajarî 50 kes ji ber vîrûsê mirine. RSF’ê xwe spart vê daxuyaniyê û bal kişand Îran agahiyan vedişêre.

Berpirsê buroya RSF a Îranê Reza Moînî got: “Ev saleke, krîzên Serokkomarê Îslamî ya Îranê, karest û lêhiyê, tevgerê protestoyî yên civakî, ketina balafira Ukranya agahiyan dinixûmîne.” Moînî got: “Veşartina agahiyan dikuje.”

Wezîrê Karê Derve yê DYE’yê Mîke Pompeo di daxuyaniya roja Sêşemê dayî de diyar kir ku Îran agahiyê pêwîst ên têkildarî vîrûsê vedişêre, ji vê fikarên mezin digirin.

Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî jî destnîşan kir ku DYE dixwaze bi vîrûsa Koronayê ‘tirsê’ bidin çêkirin.