Raportorê NY'ê: Qirkirina li Myanmarê dewam dike

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand, hewldana 'qirkirinê' ku par li dijî hindikahiya Rohîngyayê dest pê kir, hîn jî dewam dike.

Li welatê Myanmarê, ji ber operasyonên par ên li dijî hindikahiya Misilman Rohîngyayê, bi sed hezaran kesî xwe li Bangladeşê girtibûn. Tê gotin, artêşa Myanmarê ku bi êşkence, komkujî û cihêkariyê tê sûcdarkirin, tevî salek di ser re derbas bûye jî hewldanên xwe yên ji bo 'qirkirinê' didomîne.

Serokê komîsyona lêkolînê Marzûkî Darûsman ku ji aliyê NY'ê ve hatiye wezîfedarkirin, li ser rapora ku meha Îlonê li Konseya Ewlekariyê ya NY'ê hate weşandin agahî da. Darûsman li civîneke çapemeniyê axivî û got, gelek pêkanînê cihêkar ên weke beşek ji 'qirkirinê' tê nirxandin, dewam dikin.

Darûsman got, "Ev qirkirin hîn jî didome" û anî ziman, wî ev nêrîna xwe ji endamên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî re jî ragihandiye.

Di rapora 444 rûpelî de ku meha Îlonê hate eşkerekirin, hate ragihandin ku qirkirina hindikahiya Rohîngyayê dewam dike û pêşniyar hate kirin ku herî kêm 6 generalên artêşa Myanmarê li dadgehên navneteweyî werin darizandin. Li gorî raporê, di operasyonan de ku Tebaxa 2017'an dest pê kirin, bi qasî 390 gundên Rohîngyayê hatin şewitandin û 10 hezar kes mirin. Ji eyaleta Rakhîneyê nêzî 720 hezar Rohîngyayiyan xwe li Bangladeşê girtin.

Li Myanmarê ku navê wê yê berê Bîrmanya ye, hikumetê rapora Neteweyên Yekbûyî red kiribû. Hikumetê ragihandibû ku wan komîsyoneke lêkolînê ava kirine û dîplomatên ji welatên Asyayê jî di nav de hene.