Qurbaniyên vîrûsa Korona li Îranê zêde dibin

Li Îranê hejmara qurbaniyên vîrûsa Korona zêde dibe. Hate ragihandin ku li welêt 66 kes ji ber vîrûsê mirine, 1500 kes jî pê ketine.

Vîrûsa Korona ku li Çînê der bû û li cîhanê belav bû, bandoreke giran li îranê dike.

Li Îranê hejmara qurbaniyan gihîşt 66 kesî. Hejmara mirovên bi vîrûsê ketine jî 1500 kes derbas kir.

Wezareta Tenduristiyê ya Îranê agahiyên dawî yên li ser mijarê parve kir.

Alîkarê Wezîrê Tenduristiyê Alîrizga Reîsî got, "Li welêt bi giştî 1501 kes bi vîrûsê ketine û 66 kesî jiyana xwe ji dest dane."

ŞÊWIRMENDÊ BERÊ YÊ SEROKKOMAR JÎ MIR

Yek ji kesên ji ber vîrûsê mir Mûhammed Mîrmûhammedî ye ku endamê Desteya Mecma-î Teşhîs-î Maslahat bû.

Mûhammed Mîrmûhammedî yek ji kesên nêzî Xamaney bû.

Mîrmûhammed şêwirmendî ji lîderê olî yê Îranê Alî Xamaney û Serokkomar Alêkber Haşîmî Rafsancanî re kiribû.