HPJ'ê fermandar Ariyen Arî bibîr anî
Fermandariya Giştî ya HPJ’ê di yekemîn salvegera şehadeta Fermandara xwe Ariyen Arê, têkoşera rêya azadiya jinan, azadiya jiyanê bi bîr anî û soza berdewamiya têkoşîna şehîdan dubare kir.
Fermandariya Giştî ya HPJ’ê di yekemîn salvegera şehadeta Fermandara xwe Ariyen Arê, têkoşera rêya azadiya jinan, azadiya jiyanê bi bîr anî û soza berdewamiya têkoşîna şehîdan dubare kir.
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Hêzên Parastina Jinan (HPJ), bi boneya yekemîn salvegera şehadeta endama fermandariya HPJ û YRK’ê Ariyen Arê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:
“Salek di ser şehadeta hevala me Ariyen Arê, endama fermandariya Yekîneyên Hêzên parastina Jinan (HPJ) û fermandariya Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK)’ê re derbas bû. Em di salvegera şehadeta heval Ariyen Arê de wê bi bîr tînin û bejna xwe li ber mezinahî, fedakarî û egîdiya wê ditevînin û ji malbata wê û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.
Di dirêjahiya dîrokê de welatê me bûye landik û dergûş ji çanda egîda û derwêşan re, ji ferhanga lehengiyê re ji evîndariya vî welatî re. Jinên leheng bûne beşek ji dîroka serfiraziya wî welatî û tevna wê ya exlaqî û civakî û siyasî. Mirovahî şahidiya wê tevna zêrîn dike ku jinan vehûnaye. Wan bi wî awayî karîn xwedî li nirxên sedsalan derkevin. Îro jî egîd û lehengên vê xakê çanda berxwedanî û azadiyê berdewam dikin. Wan destanên zêrîn nivîsîn û navê gelê xwe bi xwîna xwe di dîrokê de neqişandin. Ew lehengî weke hemû Kurdistanê di Rojhilat de jî bû rihê gel û bû çand û bû nirx. Zarokên wî gelî yên weke Simko Serhildan, Zîlan Pepûle, Rojda Kotol, Nûrî Yekta û Aryen û sedan û hezaran lehengên dîtir berhema vê çandê û berdewamkerê vê ne. Wan hewil dan ku bibin nûnerê xeta fedayiyên mezin û hevrê û hevalên Rêber Apo. Hevala Ariyen yek ji wan evîndarê azadiyê û civak û heqîqetê bû.
Di nava wê cîhana maddî de û di şert û mercên ku mirov ji xwe biyanî bûne, gelê Kurd dîsan dixwaze li ser koka xwe ya mirovî bibe pêşngê civakeka exlaqî û mirovî û niha em di demekê de ne ku neçare wê yekê heta serketinê bibe. Ji bo wê jî keç û xurtên weke hevala Ariyen û hevalên wê bi irade û birûmet milê xwe dane ber barê mirovahiyê û hewil didin ku mirov û civakê weke xwezaya xwe bihêlin. Wan hem bixwe weke mirov jiyan kirin û hem jî berpirsartiya xwe beramber dîrokê pêk anîn. Ew bûne berdewamiya xeta pabendî û girêdan bi şehîdên Enfalê, Dersimê, Sine û Mehabadê û zindanan Amedê û Kobanê. Wan bi kesayeta xwe welatê parçe kirî kirin yek. Lewra mezinin, nirxin û bingehin. Ji ber ku wisa ne jî berdewamiya xeta wan ya têkoşînê erka me ya hevaltî û mirovî ye.
Fermandariya HPJ’ê û YRK’ê; di salvegera şehadeta Fermandara xwe Ariyen Arê, têkoşera rêya azadiya jinan, azadiya Jiyanê bi bîr tînin û soz û peymana berdewamiya têkoşîan wan dubare dikin û ji malbat û gelê xwe re dibêjin ku dê berhema ked û xwîna wan azadiyek be. Bi ked û kar û xebata kesên weke wê bû ku dema îro pergala bavsalar planekê pêk tînin, hesabê xeta azadiya jinan, eşqa jinan ji bo azadiyê dikin. Ew ji hêza xweparêziya jinan ditirsin û dizanin ku dema jin xwe biparêzin, civakê diparêzin û ew yek xetera ji pergala wan ya dij-civak re. Lewra êrîşê jinên têkoşer dikin. Weke Rêber Apo got asta rêxistina civakê, asta azadiya wê nîşan dide û ew yek ne bi hewildanên takekesî, belku bi rêxistina jinan û hemû civakê dibe. Hevala Ariyen ji bo wê kar kir û di wê rêyê de şehîd bû. Em jî di wê dema dîrokî û tengezar de ku hemû aliyê welatê me de şer heye û her roj têkoşerên wî welatî şehîd dibin, peymana xwe ya berdewam kirina têkoşîna wê û hevalên weke wê dubare dikin. Helbet azadî û azadîxwaz dê ser bikevin.”