Pûtîn û Macron beriya civîna Stenbolê bi telefonê axivîn
Serokê Dewleta Rûsya Vladîmîr Pûtîn û Serokkomarê Fransa Emmanûel Macron beriya civîna çar alîya li Stenbolê bi telefonê bi hev re axivîn.
Serokê Dewleta Rûsya Vladîmîr Pûtîn û Serokkomarê Fransa Emmanûel Macron beriya civîna çar alîya li Stenbolê bi telefonê bi hev re axivîn.
Li gorî ajansa nûçeyan a Înterfaxê berdevkê Kremlînê Dmîtrî Peskov got Pûtîn û Macron bi telefonê bi hev re axivîn. Li gorî ajansa nûçeyan a Rîa herdu rêveberan ji bo hevdîtinekî di navbera Rûsya û Amerîkayê de li Parîsê gotubej kirine. Tê payîn ku Serokê DYA’yê Donald Trûmp û Pûtîn 11’ê Mijdarî beşdarî merasîma 100’emîn salvegera bidawîbûna Şerê Cîhanê yê 2’emîn.
Rêveberên Rûsya, Fransa, Elmanya û Tirkiyeyê wê îro li Stenbolê bi mijara Sûriyeyê li hev bicivin. Tê diyarkirin ku maddeya bingehîn a gotûbêjê wê Îdlîb be.
Beriya civînê 26’ê Cotmehê Macron û Trûmp bi telefonê bi hev re axivîbûn. Qesra Elysee daxuyaniyek nivîskî weşandibû û wiha hatibû gotin; “DYA û Fransa li Sûriyeyê di mijara ewlehî, mirovî û siyasî de heman armancan parve dikin û DYA ji bo Serokkomarê Fransa daxwaz kiribû ku vê helwesta xwe di civîna Stenbolê de jî nîşan bide.”