'Penaberên Erdogan' bûne belayê serê Ewropayê!

Yewnanistan û Bûlgaristan bi biryar in ku penaberên ji aliyê dewleta Tirk ve li ser sînor hatine komkirin qebûl nekin. Yekîtiya Ewropa hewl dide çareseriyê ji lîstika penaberan a Erdogan re bibîne.

Erdogan bi salan e penaberan li dijî Yekîtiya Ewropayê weke gef û şantajê bi kar tîne, ku van rojên dawî careke din dest bikaranîna wan kir. Piştî ku dewleta Tirk a dagirker li Sûriyeyê di nava hefteyê de bi dehan leşkerên xwe winda kir, ji roja Pêncşemê û pê ve berê penaberan dan ser sînor. Dewleta Tirk ku mîna sala 2015'an bi rengekî eşkere dest bi bazirganiya mirovan kir, bi hezaran penaber gihand ser sînorê Ewropayê.

Lê belê Bûlgaristan û Yewnanistan ku penaber li ser sînorê wan kom bûne, bi biryar in ku penaberekî bi tenê jî qebûl nekin. Polîsên Yewnan ji bo pêşî li derbasbûna penaberan bigirin bombeyên gazê bi kar tînin. Wezareta Karên Derve ya Yewnanistanê jî ragihand ku heta niha tenê 75 penaber karîbûn ji sînor derbas bibin, ew jî hatine destgîrkirin. Çapemeniya Yewnan jî ragihand ku bi rêya deryayê heta doh êvarê bi giştî 400 penaber gihîştine giravên Yewnan.

NETEWEYÊN YEKBÛYÎ 13 HEZAR PENABER LI SER SÎNOR IN

Balkêş e ku dewleta Tirk hejmara penaberên li ser sînor dinepixîne û bi vî rengî dest bi propaganda qirêj dike. Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû doh serê sibehê eşkere kiribû ku 76.358 penaber li ber deriyên sînor ên Edîrneyê ne. Lê belê Ajansa Koçê ya Neteweyên Yekbûyî (IOM) ragihand ku ev agahî ne rast e. Hate ragihandin ku li deriyên sînor ên Kûrûlûş 13 hezar penaber hene.

Wezareta Koçê ya Yewnan jî diyar kir ku polîsan heta niha 9600 penaberên hewl didan bi rêya qaçax ji sînor derbas bibin asteng kirine. Serokwezîrê Yewnanistanê Kîrîkos Mîçotakîs anî ziman ku ji ber pêla koçberan di asta herî bilind de ew di alarmê de ne. Mîçotakîs got, "Konseya me ya ewlekariya bilind biryar da ku asta parastina sînor derxîne qonaxa herî bilind."

MERKEL JI BO ÇARESERKIRINA KRÎZÊ KETE DEWRÊ

Piştî ku li ber deriyê Ewropayê krîza penaberan giran bû Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel kete dewrê. Merkel bi rêya telefonê bi Serokwezîrê Bûlgaristanê Bojko Borîssow re axivî û li ser rewşa dawî ya li deriyê sînor agahî wergirt. Hate hînbûn ku Merkel pêşiyar li Borîssow kiriye ku ji bo çareseriya krîzê bi Tirkiyeyê re diyalogê bike. Bazara ku Merkel beriya niha bi Erdogan re li ser penaberan kiribû weke nêzîkatiyek li derveyî mirovahiyê hatibû nirxandin.

Yekîtiya Ewropayê bi pêşengiya Serokwezîra Elman Merkel di Adara 2016'an de bi rejîma Erdogan re peymana penaberan îmze kiribû. Li gorî peymanê zêdeyî 3 milyon penaberên ji bo xwe bigihînin Ewropayê ji Sûriye, Iraq û Efganistanê bi rê ketine wê li Tirkiyeyê bên hiştin, rejîma Erdogan jî wê di berdêla vê yekê de ji Yekîtiya Ewropayê pere bistîne. Rejîma Enqereyê ku heta niha 6 milyar Euro alîkarî stendiye, dixwaze 2 milyar Euroyên din ji Brukselê werbigire.

FAŞÎSTAN AGIR BERDAN NAVENDA PENABERAN

Di vê navberê de neteweperestên tund ên li girava Lesbosê piştî ku pêşiya navenda koçberan a li nêzî plaja Skala Sykamîneas girtin, herêm şewitandin. Ev navend beriya niha ji aliyê Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ve dihate birêvebirin. Di dawiya meha Çileyê de hatibû girtin. Koçberên li vê derê li navendeke din a koçberan a li giravê hatibûn bicihkirin.