Partiyên Katalan xwe ji bo hilbijartinê amade dikin

Ji bo hilbijartinên 21'ê Kanûnê, kar û amadekariyên partiyên Katlaan dewam dikin.

Piştî referandûma 1'ê Cotmehê û ragihandina serxwebûnê ji aliyê parlamenta herêmî ve, partiyên Katalan xwe ji bo hilbijartinên 21'ê Kanûnê amade dikin û dixwazin bi rêya vê hilbijartinê bersiveke zelal bidin Spanyayê. Rêveberiya Madrîdê ku xala 155'an a Destûra Bingehîn a Spanyayê xiste dewrê, vîna gel a ku di referandûmê de nîşan da ji nedîtî ve hatibû û hilbijartin ji nû ve li ser gel ferz kiribû.

'DIVÊ EM TEVLÎ HILBIJARTINAN BIBIN Û TEQEZ BI SER BIKEVIN'

Serokê Herêma Katalonyayê Carles Pûîgdemont xwe li Belçîkayê girtiye. Alîkarê wî Orîol Jûnqûeras ku di girtîgehê de ye got, "Divê em tevlî hilbijartinan bibin û teqez bi ser bikevin". Di daxuyaniya Jûnqûeras de ji partiyên alîgirê serxwebûnê hate xwestin, ku giraniya xwe bidin ser hilbijartina herêmî ya nû, ku Spanyayê bi zorê li ser wan ferz kiriye.

TENÊ ERC'Ê BI TENÊ 30 JI SEDÎ YE

Li parlamenta Katalan a ji 135 endaman, rêjay dengê partiyên alîgirê serxwebûnê di sala 2015'an de 48 ji sedî bû û bi giştî 72 kursî bi dest xistibûn. Çep a Komarger a Katalan (ERC) ku partiya herî girîng a alîgirên serxwebûnê ye û Orîol Jûnqûeras di destpêka lîsteya wê de cih digire, di hilbijartinê de xwedî şensekî cidî ye. Namzetê gengaz ê serokwezaretiyê yê ERC'ê, Sekreterê Giştî yê partiyê Marta Rovîra ye. Rovîra yekser ji aliyê Jûnqûeras ve namzet hate nîşandan.

Di hilbijartina 2015'an de tifaqa bi navê Junts pel Sî (Tifaqa ji bo Erê) zêdeyî 60 kursî bi dest xist. Di nava vê partiyê de partiya herî xurt ERC ye. Rêjeya dengê ERC'ê jî li gorî anketan zêde dibe.

Rêjeya dengê ERC'ê ku heta meha Îlonê 25 ji sedî xuya dikir, di anketên hefteyên dawî de gihîşt 28 heta 31 ji sedî. Tê texmînkirin ku rêjeya dengê Junts pel Sî di hilbijartina dawî de 39 ji sedî be.

RÊJEYA DENGÊ CUP Û PDECAT'Ê WÊ DIYARKER BE

Partiyeke din a çep Tifaqa Gelparêz a Katalan (CUP) ku di hilbijartina 2015'an de bi rêjeya 8,2 ji sedî ya dengan 10 kursî bi dest xist, tê payin ku 6 ji sedî yê dengan bigire.

Balkêş e Partiya Demokratên Katalan (PDeCAT), ku serokê beriya niha yê herêma Katalan Artûr Mas serokê wê ye, bi lîsteyek cuda tevlî hilbijartinê dibe. Tê texmînkirin ku rêjeya dengê PDeCAT 11 heta 12 ji sedî be.

NEBÛNA LÎSTEYA HEVPAR, DEZAVANTAJA HERÎ MEZIN E

Li hemberî helwesta tund a hikumeta Spanyayê ya li dijî vîna Katalan, tevî nerazîbûna gel jî partiyên Katalan bi lîsteyên cuda tevlî hilbijaritnê dibe. Ev yek jî wan bêhtir qels dike.

Ada Colaû ku di hilbijartina herêmê de bi piştgiriya Podemosê bû Şaredara Barcelonayê, bi rêxisitnbûna xwe ya bi navê Comû Podem - Catalûnya (Yekîtî ji bo Katalonyayê) tevlî hilbijartinê dibe. Partiyên alîgirê mayina bi Spanyayê re, ji bo di asta rêjeya sala 2015'an de bên qelskirin, girîng bû ku partiyên Katalan bi lîsteyeke hevpar tevlî hilbijartinê bibûna.