Parlementoya Îranê ji ber koronayê kete betlaneyê

Li Îranê hejmara kesên ji ber vîrûsa koronayê mirin gihişte 34’an, hejmara kesên bi vîrûsê jî ketine gihişte 388’an. Ji ber vîrûsê li welat parlemento kete betlaneyê.

Piştî ku vîrûsa Korona ya li Çînê derkete holê û belavî gelek welatan bû, li Îranê jî bi lez rê li ber mirin û her diçe belav dibe.

Li Îranê hejmara kesên ji ber vîrûsa koronayê mirin gihişte 34’an, hejmara kesên bi vîrûsê jî ketine gihişte 388’an. Li gorî daxuyaniyên ji aliyê meqamên Îranê ve hate kirin hate ragihandin ku di nava kesên bi vîrûsê ketine alîkarê Serokkomarê Îranê û gelek parlementer jî hene.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Kiyanûş Cîhanpûr bi daxuyaniya ji bo çapemeniyê hate dayîn, li gorî wê li gelemperiya welat hejmara kesên ji ber vîrûsa Covîd-19’an mirine derket 34’an, 388 kes jî bi vîrûsê ketine.

Cîhanpûr destnîşan kir ku ji duh ve hejmar kesên mirî 8, kesên bi vîrûsê jî ketine 134 kes lê zêde bûne, her wiha 73 kes jî rewşa wan baş bûye.

Hate ragihandin ku vîrûsa ku bi lez belav dibe li gelemperiya walat di nava kesên bi vîrûsê ketine de alîkarê Serokkomarê Îranê û 6 parlementer jî hene.

Endamê Heyeta Serokatiya Meclîsa Îranê Muhammed Elî Vekîlî li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyaniyek da û piştî ku 2 parlementer bi vîrûsê ket û şûnde nêzî 30 wekîlên din test kirin.

Vekîlî navê wekîlên mijara gotinê eşkere nekir û got: “Li gorî testên vîrûsa koronayê, ji 30 hempîşeyên me yên li meclîsê heta niha 4 test pozîtîf derketine.”

Piştre Alîkarên Wezîrê Tenduristiyê Îreç Herîrçî jî diyar kir ku Parlementerê Tehranê Mahmûd Sadikî, Serokê Komîsyona Polîtîkayên Derve û Ewlekariya Netewî ya Meclîsê Mucteba Zunhar û herî dawî jî alîkarê Perpirsên Malbat û Jinan a Serokkomar Masûme Ebtîkar jî heye.

Li ser belavbûna vîrûsê ya bi wekîlan jî Parlemetoyê betlane ragihand.

Berdevkê Parlemetoya Îranê Esedûllah Abbasî diyar kir ku serokê parlementoyê hemû rûniştin betal kiriye.

Abbasî anî ziman ku dibe li parlemenoyê rûniştinên Wezareta Çandinî û wezaretên din jî bên betalkirin.