Paketek ku guleya topê tê de bû ji komeleyekê re hate şandin

Li paytexta Fransa Parîsê, paketek ku topek û sê qalikên vala yên fîşekê tê de bûn ji komeleya Emmausê re hate şandin.

Komeleya Emmaus a Navneteweyî saziyeke ku li dijî xizaniyê têdikoşe. Ji şaxê Parîsê yê Komeleyê re roja Çarşemê saet 15'an paketeke ecêb hate şandin.

Ajokarê wesayitekê paket radestî xebatkarên dilxwaz ên komeleyê kir. Di paketê de topek dagirtî û sê qalikên vala yên fîşekan hebû.

Radyoya France Bleû Parîs ragihand ku fîşeka topê 37 mîlîmetre ye.

Xebatkaran piştî ku paket vekirin agahî dan polîsan û herêm ji bo ewlekariyê hate dorpêçkirin. Tiştên di paketê de derxistin û birin laboratûwara navendî.