Oxfam: Li Yemenê di nava sê seatan de sivîlek dimire

Li gorî xebata saziya bi navê Oxfam ku navenda wê li Londrayê ye, li Yemenê ji ber şerê navxweyî di nava sê seatan de sivîlek dimire û banga rawestandina firotina çekan a ji bo Siûdiyan hate kirin.

Li gorî daneyên projeya ‘Civilian Impact Monitoring Project’ a ji aliyê Netewên Yekbûyî (NY) ya ji aliyê Oxfamê li Yemenê tenê di nava mehek û nîvê de 575 sivîl mirîne. Li gorî daxuyaniya Oxfamê ji 1’ê Tebaxê heta 15’ê Cotmehê ji sivîlên mirî herî kêm 136 zarok in.

Li gorî daxuyaniya Oxfamê ji ber bombebarana koalîsyonê ku pêengiya wê Siûdî Erebîstan dike her roj sivîl dimirin û di nava her sê setan de sivîlek dimire.

Li gorî Oxfamê tevî şer û bombebaranê ji ber birsîbûn û nexweşiyên li welat mirîn zêde dibin.

BANGA RAWESTANDINA FIROTINA ÇEKAN A JI BO SÎDÛDIYAN Lİ DYA Û BRÎTANYA HATE KIRIN

Di daxuyaniê de ji bo pêşîlêgirtina mirinên sivîlan jî bang li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), Brîtanyaya Mezin û welatên Ewropa hate kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku bi firotina çekan ya van welatan ji bo Siûdî Erebîstan dibe sedema mirinan û daxwaza rawestandina firotina çekan hate kirin.

Şerê navxweyî yê di navbera milîsên Şîî Hûsî û hêzên girêdayî Serokê Dewletê Abd Rabdo Mansûr Hadî ku ji aliyê Siûdî Erebîstan ve tê destekkirin ev 4 sal e didome. Piştî paytexta Sana Adara 2015’an kete destê Hûsiyan Siûdî û gelek welatên Ereb bi bombebaranê beşdarî şer bûn.

Di şerê navxweyî de li gorî NY herî kêm 10 hezar sivîl mirine û bi hezaran jî ji ber nexweşiyan mirine.

Li welatê ku nifûsa wê 26 mîlyon e 75 jî sedî pêdiviya wan bi alîkariya mirovî heye û 14 mîlyon kes jî birçî ne.