NY: Li Yemenê xeteriya xelayê li ser mîlyonan kesî heye

Neteweyên Yekbûyî ragihand ku li Yemenê xeteriyeke xelayê ya bi dehan salane nehatiye dîtin rû daye û diyar kir, eger alîkarî neyê dayin wê bi mîlyonan kes bibin mexdûrê xelayê.

Musteşarê Giştî yê Koordînasyona Karên Însanî ya Neteweyên Yekbûyî Mark Lawcocker got, "Rewşa li Yemenê heye, wê veguhere xelayê ku bi dehan salan e li cîhanê nehatiye dîtin û bandorê li mîlyonan mirovî bike."

Neteweyên Yekbûyî û Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî ragihandin ku bi mîlyonan mirovên li Yemenê li benda alîkariya tenduristiyê ne û hişyarî da ku ev rewş gihîştiye asta dikare rê li ber felaketê veke. Hat gotin, eger alîkarî neyê dayin wê xela rê li ber gelek nexweşiyan veke.

Di daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî de hat gotin, xeteriya xelayê li ser heft mîlyon mirovên li Yemenê heye.