NY: Li Yemenê bi dehan sivîl mirin

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand, li Yemenê di bomberdûmanekê de bi dehan sivîl mirine.

Li gorî daxuyaniya Buroya Koordînasyona Alîkariya Însanî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA), li wîlayeta Hûdeydayê gelek êrîşên hewayî hatine kirin.

OCHA'yê ragihand, balafirên koalîsyona bi serkêşiya Erebîstana Siûdî roja Çarşemê bombe li haleke zebzeyan a li taxa El Mesûdî ya bajarê Beyt el Faqih barandine. Ji ber êrîşê 21 sivîl mirin, herî kêm 10 sivîl jî birîndar bûn.

Li bajarê El Halî jî bomberdûman li wesayitên di rê de bûn hate kirin û herî kêm 3 kes mirin, 6 kes jî birîndar bûn.

Li Yemenê, hêzên ser bi Serokdewletê ji aliyê civaka navneteweyî ve tê naskirin Abd Rabdo Mansûr Hadî û milîsên Hûsî yên destekê ji Îranê dibînin, ji sala 2014'an û vir ve şerê hev dikin. Piştî ku paytext Sana meha Adara 2015'an kete destê milîsan, şer veguherî şerê herêmî.

Piştî ku Mansûr Hadî ji paytextê reviya, koalîsyona ji Erebîstana Siûdî, Misr û hin welatên Ereb pêk tê, ji hewayê û li hin cihan jî ji bejahî ve dest bi êrîşa kir. Tevî vê yekê jî Hûsî paytext Sana, Hûdeyda û gelek herêmên girîng ên Yemenê kontrol dikin.

Ji ber şerê navxweyî, li welatê ku nifûsa xwe 26 milyon e, beşeke girîng a mirovan ji xurek û tenduristiyê bêpar in. Bi milyonan zarok jî birçî ne.