NY: Herî kêm 13 hezar koçber li ser sînor in

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand, ku herî kêm 13 hezar koçberan berê xwe dan sînorê Tirkiye û Yewnanistanê.

Rêxistina Koçê ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ragihand ku li sînorê ji 212 kîlometreyî herî kêm 13 hezar koçber hene.

Rêxistinê diyar kir ku di nava koçberan de malbatên bi zarok jî hene.

YEKÎTIYA EWROPA BI 'FIKAR' E

Piştî ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan biryar da ku penaberan derbasî sînor bike, Yekîtiya Ewropayê jî daxuyaniyek da.

Seroka Komîsyona Ewropayê Ûrsûla von der Leyen li ser Twîtterê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku ew koça koçberan a ber bi sînorên Yewnanistan û Bûlgaristanê bi "fikar" dişopînin.

Leyen got, "Di qonaxa heyî de karê me yê sereke ew e ku Yewnanistan û Bûlgaristan piştgiriyeke xurt ji me werbigirin. Di serî de bi rêya Frontexê (Saziya çavdêriya sînor a Yekîtiya Ewropayê) em amade ne ku li sînorê bejahî piştgiriyeke xurtir bidin."

LI GORÎ SOYLÛ 47 HEZAR KOÇBER ÇÛN EWROPAYÊ

Li gorî Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû roja Şemiyê heta saet 23:50'î 47 hezar û 113 koçber di ser Edîrneyê re gihîştin Ewropayê. Lê belê ev agahî ji aliyê çavkaniyên serbixwe ve nehate piştrastkirin.

BAZIRGANÊ MIROVAN: ERDOGAN

Rejîma Tirk ku piştgiriyê dide çeteyên li Sûriyeyê bû hedefa hêzên Şamê yên bi piştgiriya Rûsyayê û di encamê de bi dehan leşkerên Tirk hatibûn kuştin. Li gorî bîlançoya rayedarên Tirk 33 leşker hatin kuştin, lê belê çavkaniyên xwecihî dibêjin ku hejmara rastî bi du an jî sê qatî ji vê yekê zêdetir e. Piştî vê yekê karê destpêkê ku Erdogan kir, vekirina sînoran bû. Piştî vê daxuyaniyê, bazirganên mirovan ên bi Erdogan ve girêdayî, penaber bi rengekî rêk û pêk birin ser sînor ku ev yek bi dîmenan jî hate nîşandan. Tirkiye bi salan e penaberan li dijî Ewropayê weke çekeke stratejîk bi kar tîne.