NY derbarê Lubnanê daxuyanî da

Sekreterê Giştî yê NY’yê Antonîo Guterres fikara xwe ya li ser geşedanên Lubnanê diyar kir.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Guterres derbarê rageşiya di navbera Siûdî û îranê de û geşanên Lubanê axivî.

Guterres diyar kir ku bi rayedarên Siûdî, Lubnan û welatên dî re bi asta siyasî û dîplomatîk têkilî danîne û ew ji rewşa Lubnanê bi fikar in.

Guterrres got, ‘’Em dixwazin li Lubnanê aştî were parastin. Li herêmê krîzeke dî çêbibe wê kambax be. Em hêvî dikin ku em rageşiyeke ku encamên trajîk bi xwe re bîne li herêmê nebînin.’’

Serokwezîrê Lubnanê Saad Herîrî hikûmeta xwe Mijdara 2016’an ava kiribû, hê salek di ser re neçûyî 4’ê Mijdarê dema li paytexta Siûdî Riyadê bû diyar kiribû ku ew ji karê xwe îstîfa dike.