NY: Şerê li Yemenê jiyana bi milyonan kesî dixe xeteriyê

Alîkarê Karêm Mirovî yê Sekereterê Giştî ya Neteweyên Yekbûyî Mark Lowcock, li ser şerê li Yemenê dijwar dibe, diyar kir ku ‘pir bi fikar in’ û anî ziman ku ev şer ‘xeteriyê li ser jiyana bi milyonan kesî dike.’

Hûsiyên ku Îran desteka wan dikin, nêzî salekê ye dixwaze Marîb a kelha dawî ya dikeve bakur a di destê hêzên hikûmetê ku Erebistana Siûdî desteka wan dike, bixe destê xwe.

Ev bajarê ku ji aliyê pertolê ve dewletmend e, piştî aramiya demekê Hûsiyan 8’ê Sibatê ji nû ve dest bi operasyonekê kir.

Mark Lowcock li ser Twîtterê daxuyaniyek da û got. “Li Marîbê tevgera leşkerî zêde bûye, ji rewşa bandora wê ya li ser mirovan pir bi fikar im.”

Lowcock bi domdarî got: “Eger ku êrîşek li ser bajar pêk were, wê 2 milyon kes jiyana wan bikeve xeteriê., wê bi hezaran kes neçarî birevin bibin, wê encamên mirovî ku neyê xeyalkirin pêk were.”

Dîplomatê NY’yê diyar kir ku wê vê rewşê roja Pêncşemê li Konseya Ewlekariya NY’yê nîqaş bikin. Banga li şûna ku hejariya gelê Yemenê di nav de dijî bê kûrkirin, divê krîz bên çareserkirin.

Ev aloziya leşkerî di demekê de ye ku ji aliyê rêveberiya nû ya DYE’yê ve biryar hatiye girtin ku Hûsiyan ji lîsteya terorê bê derxistin, pêk hatiye. Berî ku Donald Trûmp li ser erkê biçe, Hûsî xistibû lîsteya terorê, rêxistinên mafê mirovan jî nerazîbûn nîşan dabû ku wê ev biryar rê li ber alîkariyên mirovî bigire.

Di şerê li Marîbe dom dike de, di nava 24 saetên dawî de ji her du aliyan bi dehan kes hatine kuştin, bi dehan kes jî birîndar bûne. Hûsî windahiyên xwe eşkere nakin.

Çavkaniyên girêdayî hikûmetê diyar kir ku piştî ku Hûsiyan herêma El Zûr kire kontrola xwe, ji bakur û rojavayê Marîbê ve pêş ve tên, gihiştin rojavayê bendava Marîbê.

Koalîsyona Ereban a bi pêşengtiya Erebistana Siûdî bombe li eniyên cihê yên derdorî Marîbê barandin. Li gorî televîzyona El Mesîre ya girêdayî Hûsiyan jî, di nava 24 saetên dawî de 13 êrîşên hewayî pêk hatine.