Neteweyên Yekbûyî ji bo Fîlîstînê bang kir
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dûjarrîc detayên rapora Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres a li ser Fîlîstînê eşkere kir.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dûjarrîc detayên rapora Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres a li ser Fîlîstînê eşkere kir.
Berdevk Dûjarrîc diyar kir ku di rapora Gûterres de tê gotin, li rojhilatê Qudsê, Şerîda Xezayê û Şerîa Rojava, hîn jî şîdet li Fîlîstîniyan tê kirin, gef li wan tê xwarin, maflên wan tên desteserkirin û hiqûqa însanî ya navneteweyî û qanûnên mafên mirovan tên binpêkirin.
Dûjarrîc got, Koordînatora Alîkariya Însanî ya Neteweyên Yekbûyî Jamîe McGoldrîck jî bang li welatên enda kirine ku ji bo xizmetên rewşa lezgîn a li Şerîda Xezayê fonekê veqetînin.
Dûjarrîc diyar kir, ji bo xizmetên bingehîn heta dawiya salê li herêmê dewam bikin, pêwîstî bi 4.5 milyon dolarî heye.