Netanyahû tevî nelirêtiyê jî di hilbijartinê de bi ser ket

Li Îsraîlê di nava salekê de sê hilbijartin hatin kirin. Serokwezîr Benyamîn Netanyahû tevî sûcdariyên bertîlê jî bi ser ket.

Li Îsraîlê doh hilbijartina giştî pêk hat. Partiya Lîkûd a bi serkêşiya Benyamîn Netanyahû ku ji sala 2009'an ve desthilatdar e, di hilbijartinê de bi ser ket. Li gorî encamên nediyar Lîkûd li parlamenta ji 120 kursiyî 36 heta 37 kursî bi dest xist. Netanyahû jî di kêliyên destpêkê yên ragihandina encamên hilbijartinê de serketina xwe îlan kir.

Partiya bi navê Şîn-Spî ya bi serokatiya yek ji fermandarên giştî yên berê Benny Gantz derdora 32 kursiyan wergirt. Bi vî rengî partiyên rastgir-rastgiriya navendî li parlamentê (Knesset) bûn xwedî 60 kursiyan.

Di hilbijartinê de, lîsteya yekbûyî ya ji Erebên Îsraîlî pêk tê, 14 kursî qezenç kir. Partiya Karker tenê 6 kursî bi dest xist. Partiya Yîsrael Beîteînû ku ya neteweperest Avîgdor Lîbermann e, 8 kursî wergirt.

Di hilbijartinê de partiya Yahûdiyên Ortodoks Shas 9 kursî, koalîsyona ûltra-Ortodoks ÛTJ jî 8 kursî wergirtin. Koalîsyona hilbijartinê ya bi navê Yamîna ku ji partiyên rastgir ên biçûk pêk tê 6 kursî bi dest xist.

DAXUYANIYA JI BO AVAKIRINA KOALÎSYONÊ

Eger encamên hilbijartinê bi vî rengî bimîne, tê payin ku hevdîtinên ji bo avakirina koalîsyonê bi ser bikevin. Li gorî daxuyaniya Lîkûdê, Netanyahû bi lîderên partiyên din ên rastgir re hevdîtin kir û qebûl kir ku "hikumeteke neteweyî ya xurt" ava bike.

Netanyahû di hilbijartinên par ên mehên Nîsan û Îlonê de heman dengê partiya Benny Gantz wergirtibû. Lê belê tevî ku çend meh beriya hilbijartinê Netanyahû bi karên nelirê û bikaranîna wezîfeya xwe bi rengekî nebaş jî di hilbijartinên Duşemê de bi ser ket.

FILISTÎNÎ: ALÎGIRÊN ÎLHEQÊ QEZENÇ KIRIN

Sekreterê Giştî yê Rêxistina Rizgariya Filistînê Saîb Erekat li ser encamên hilbijartinê got, "Xuya ye alîgirên kolonîkirinê, îlheqê û Apartheîdê bi ser ketine." Erekat got, "Kampanya Netanyahû li ser dewamkirina dagirkerî û şer dihate meşandin." Erekat hişyarî da ku ev encam wê bi kêrî dewamkirina tundî û kaosê bê.