NATO’yê soza destekirina Tirkiyeyê da, Pûtîn Konseya Ewlekariyê civand

Piştî ku dewleta Tirk li Idlibê derbên giran xwarin û şûnde, li ser banga dewleta Tirk NATO kombûn. Di civînê de soza destekdayîna bi Tirkiyeyê re hate dayîn. Pûtîn jî Konseya Ewlekariyê civand.

Piştî di êrîşa li Idlbiê ku bi dehan leşkerên Tirk hatin kuştin û şûnde li ser banga Tirkiyeyê endamên NATO’yê bi awayekî awarte civaiyan û peyama destekdayîna Tirkiyeyê hatin dayîn.

Li ser banga Tirkiyeyê NATO di çarçoveya benda 4’ê de bi awayekî awarte civiya. Sekreterê Giştî yê NATO’yê piştî civînê daxuyaniyek da çapemeniyê û anî ziman ku endamên NATO’yê li gel dewleta Tirkiyeyê ye.

Li aliyê din Serok Dewletê Rûsyayê Vîladîmîr Pûtîn jî ‘Konseya Ewlekariyê’ civand. Piştî civînê Berdevkê Kremlînê Dmîtrîy Peskov got: “Endamên Konseya Ewlekariyê di dema operasyonên artêşa Sûriyeyê ya li dijî komên terorê, aliyê rûsyayê ji bo ewlekariya leşkerên Tirk ên li xalên çavdêriyê tişta ji destê hatiye kiriye.”

Peskov bibîr xist ku leşkerên Tirk ji derveyî xalên çavdêriyê hatine kuştin û diyar kir ku di dema ‘êrîşa terorîstî’ de pêk hatiye û got: “Ti leşkerekî Tirk li xalên çavdêriyê nehatine kuştin. Leşkerên li xalên çavdêriyê ne tu birîndar bûne û ne jî rastî ti tiştekê hatine. Tevî hemû daxwazên me aliyê Tirkiyeyê hebûna leşkerên Tirk a li wir ji bo me ne ragihandibû.