Ji bo suîkasta Silêmanî û Mihendis li sûcdaran digerin!
Tûgayên Hîzbûllahê yên alîgirên Îranê derbarê kuştina Qasim Silêmanî û Ebû Mehdî Mihendisî Berpirsê Îstîxbarata Iraqê sûcdar kirin. Îstîxbaratê jî helwest nîşan da.
Tûgayên Hîzbûllahê yên alîgirên Îranê derbarê kuştina Qasim Silêmanî û Ebû Mehdî Mihendisî Berpirsê Îstîxbarata Iraqê sûcdar kirin. Îstîxbaratê jî helwest nîşan da.
DYE'yê 3'yê Çile Generalê Îranê Fermandarê Hêzên Qudsê Qasim Silêmanî û Alîkarê Serokê Giştî yê Heşdî Şeî Ebû Mehdî Mihendis li balefirgeha Bexdayê bi suîkastakê kuştibûn. Piştî bûyera kuştina Silêmanî û Mihendis hin komên alîgirên Îranê saziyên Iraqî sûcdar kiribûn û gotibûn agahiyên suîkastaê Iraqiyan dane.
Fermandarê Tûgaya Hîzbûllahê Ebû Elî Eskerî got îstîxbarata suîkasta Silêmanî û Mihendis Midûrê Îstîxbaratê yê Iraqê Mistefa Kazimî daye.
Saziya Îstîxbarata Iraqê li dijî vê tawanbariya Eskerî helwesteke tund nîşan da û got, tawanbariyên wiha zirarê didin saziya îstîxbaratê.