Meşa Strasboûrgê:  Wê şagirtên Ocalan bi ser bikevin

Bi deh hezaran kes ji bo protestokirina komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo protestokirina êrîşên li ser Efrînê, hatin ba hev.

Hevserokê Konseya Rêvebir ê KCK’ê Cemîl Bayik peyameke bi dîmen şand ji mîtînga protestokirina komplo û silavkirina berxwedana Efrînê. Bayik got ku, “Çi kesên ku dibêje ez sosyalîst û şoreşger im, divê li hemberî AKP’ê be. Çi kesê ku ji xwe re dibêje ez mirov im, divê bi gelê Kurd re be.” Berdevkê Têkiliyên Derve yê PYD’ê Salih Muslum jî di mîtîngê de axivî û diyar kir ku wê şagirtên Ocalan bi ser bikevin.

Ji bo protestokirina komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê bi deh hezaran kes li Strasboûrgê mîtîngek li dar xistin.

BAYIK: ERDOGAN DIXWAZE XWE XURT NÎŞAN BIDE, LÊ NE XURT E

Hevserokê Konseya Rêvebir ê KCK’ê Cemîl Bayîk peyameke bi dîmen şand ji mîtîngê re.

Bayik diyar kir ku li Efrînê ne bi tenê Kurd, gelên Çerkez, Ereb û gelên din jî li Efrînê şer dikin. Bayik got ku, “Bi berxwedanên Kobanê, Reqa û Efrînê gelê Kurd bersivê didin hêzên komploger. Di vê serdemê de AKP û MHP gelekî qels bûne û ji bo ku vê rewşê veşêrin AKP û MHP dixwazin xwe xurt nîşan bidin. Çi kesên ku dibêje ez sosyalîst û şoreşger im, divê li hemberî AKP’ê be. Çi kesê ku ji xwe re dibêje ez mirov im, divê bi gelê Kurd re be.”

Bayik diyar kir ku jinên Amerîkaya Başûr ji bo azadiya Ocalan û azadiya gelê Kurd di nav çalakiyan de ye û berxwedana jin û ciwanan a li her çar parçeyên Kurdistanê silav kir.

DERAR: WÊ DEWLETA TIRK A MÊTINGER TÊK BIÇE

Hevserokê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Riyad Derar jî diyar kir ku li ser xeta felsefeya Rêber Ocalan ew ê bersivê bidin êrîşên li ser Efrînê û got, “Li Efrînê gel bi berxwedanê wê dewleta Tirk têk bibe.”

Berdevkê Têkiliyên Derve yê PYD’ê Salih Muslim jî bi şermezarkirina komployê dest bi axaftina xwe kir û got “Şagirtên Ocalan îro li Efrînê li ber xwe didin. Divê artêşa Tirk a dagirker baş bizanibe ku ew ê têk biçin. 29 roj in, hê li cihê xwe yê roja pêşîn in.”

Muslum di dawiya axaftina xwe de bang li saziyên navneteweyî kir û got, “Qala demokrasiyê dikin lê îro li hemberî êrîşên li dijî demokrasiyê bêdeng in û çekan difiroşin Tirkiyeyê.”

Mîtîng bi sirûdên Koma Berxwedan bi dawî bû.